Category Archives: Kurmanji

Roja Sêşemê 8ê Kanûna Pêşîn a 2020an li seranserê Fransayê 9 rêheval ji aliyê DGSI, yekîneya polîsên dij-terorê yên Fransayê ve hatin girtin. Li Toulouse, li Dordogne, li herêma Parîsê, li Brittany û li Rennes. Anarşîst bi “komela sûc plana êrîşa terorîstî” têne sûcdarkirin. Ji bilî yek hevalan hemû hatin berdan, hinekan jî piştî bi mehan di girtîgehê de man. Ew li benda dadgehê ne û di bin kontrola edlî de ne. Bersûc, ku ne hemî hevûdu nas dikin, ji demek dirêj ve di bin çavdêriyê de ne, di nav de çavdêriya dîjîtal wek çandina amûrên tomarkirinê di wesayîtan de û her weha çavdêriya laşî.

Li vir hûn ê bêtir agahdarî û peyamên hevgirtinê yên bi Kurmancî bibînin.

Sedeman ku ez ketim grêva birçîbûnê

Bûye ji 14 heyv zêdetir ku min xwe ji vê tawanbarkirin parestiye, ya ku navê min reş dike û min wekî ‘hevkarê terorîstan’ pênase dike. Bûye ji 14 heyv zêdetir ku Reverberîya Gîştî ya Ewlekarîya Hindirin a Fransa (ango ‘DGSI’) ji min re got ku sedemê girtîna min ne ev bû ku ez tevlî hezên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê bûbûm û li hember DAÎŞ’ê sekînîbûm – tev ku xwestekê desthilatên Fransayê hebû ku min ev yekê bawer kir!

Bûye ji 14 heyv zêdetir ku tû tîstek îdiaya DGSI ya ku ji sifr hat afîrandin, dupat nekir. Lêbelê di van 10 heyv de ez hatim bi rengekî bênavber şopandin û ser sîxûr kirin. Cehazên qeydkirina ding li erebêya min, malê min û heta cihê razanêya min hatin bi cih kirin.

Bûye ji 14 heyv zêdetir ku min fêm kir ku ew dixwazin nêrînên min ên sîyasî û tevlîbûna min a di nav refên YPG’ê de, wekî tawanek pênase dikin. Bûye ji 14 heyv zêdetir ku 7 kes ku hev dû nas nakin wekî endamên ‘rêxistineke terorîstan’ tên tawanbar kirin.

Bûye ji 14 heyv zêdetir ku ez li ber dadmendekî lêpirsînê bûme û min bersîvên pîrsên wî didayê. Ew û DGSI’ê heman nêzikatî û awayên acîzkirina mîrov bi kar tînin: manîpulasyon, derxistîna ‘agahdarîya derdora’ (ango contekst), û afîrandina gotînan û ‘rastîyan’ bi armanc ku ew bersîvên min, bandor dikin.

Bûye ji 14 heyv zêdetir ku ev dadmend min provokasyon dike. Di heman dema de ku ez di girtîgehên ‘Komarê Fransî’ asî dimînim ew destûre dide xwe ku ew ji min re dibeje ku doza min dema wî di şerê li hember terorê de, vala dike. Hin xirabtir ev e ku ew gotîna rêş bi kar tîne ya ku qet nayê qebûl kirin û çeteyên ‘Dewleta Îslamî’ wekî ‘dostên min ji DAÎŞ’ê,’ bi nav dike. Tev ku ev yekê tenê gotînek e, şîdetêkî e, ya ku qet nayê fêm kirin. Nayê qabûl kirin ku ev dadmend xwe mafdar dike ku ew ev gotîna herî reş bi kar tîne, hewl dide navê min heta asta herî jor reş dike, û bi vê rengê jî li ser bîranînên dost û rêhevalên min ên Kurd, Ereb, Aşûrî |Suryanî, Tirkmen, Ermenî, Tirk û enternasyonal ên ku di tekoşina li hember DAÎŞ’ê de şehid ketin, tif dike. Ez hin ji bo vê yekê hêrs im.

Bûye ji 14 heyv zêdetir ku ev lêkolînkirin a nebêalî berdewam e, û dadmend rolê xwe naleze û berovajî ew tene ji bo alîya dadgehkirin kar dike û qet ji bo alîya parastîna min kar nake. Ew tu tiştekî ji derve senaryo ya ku berî hat amadekirin bi dest nagire. Lewra ew tene ‘kesayetê nerast’ a ku ji destpêkê heta dawî ji alîya DSGÎ’ê hat amadekirin, rewa dike. Ev yeke ne cihê rastî de û ji xewnên dîn û xwetirskirî ên ev polîsa siyasî tê. Lewra ez her tim wekî ‘rêberekî bihêz’ têm pêşkêşkirin, tev ku hemû awayên rexîştînkirin ên hiyerarşîk li dijî nirxên min ên wekhevîxwaz in.

Bûye ji 14 heyv zêdetir ku ez di şert û mercên herî xirab di ‘girtina pêşdadgeh’ a bê dadgehkirin hatime girtîgeh kirin. Pergalê tecrîdkirin wekî ‘eskenceya spî’ yan jî muameleya nemirovane ji alîya çend sazîyên mafên mirovahî re, tê pênase kirin. Bûye ji 14 heyv zedetir ku ez di tecrîdeke cehnemî û herdemî bi saxî hatim veşartin, bê kesekî ku ez dikarim pê biaxivim. Ez tene lê xirbebûna hişmendî û laşa xwe dinerrim û nikarim xwe bigihînim alikarîya psykolojîyê.

Di destpêkî de dadmend idîayên nerast dabû reveberîya girtîgehê ji bo ku ew dikaribû misoger bike ku ez ê li bin şert û mercên tecrîdê bimînin, û pişŧre vê yekê wî xwestibû ku daxwaza min ya berdanî tê red kirin. Wekî din jî dozger (prosekutor)’ê netewî ya li hember terorê ya Fransa aynî tişt xwestibû. Ji bo pêkanîna vê yekê wan raporê ‘DGSÎ’ a 7’ê Şibatê 2020 kem û zedê, kopî paste kir. Ev rapor bingehê vê bûyer e lê rastîya wi hin nehatîye îspat kirin û em hin nizanin agahdarîya tê de ji ku tê. Mafê me heye ku em ji xwe re bipirsin: armanca wan 2 salên şopandin, sîxûr kirin, qeydkirina deng, lêpirsîn û lêkolîn çî bû. Ji ber ku rastî yên ku idîayên nerast ên DGSÎ’ê berçav dikin, hatin veşartî kirin.

Nivîşgehê netewî ya dozgerê li hember terorê (PNAT) û dadmend her tim hewl didin tevlîhevî çebikin û dozâ min bi dozên terorîstên Îslamî re tevlîhev bikin. Lê ew baş dizanin ku min li hember DAÎŞ’ê şer dikir, bi taybetî li bajarê Reqâ ya ku tê dê erişên terorîst ên 13’ê Mijdarê yên li Fransa hatin rexistîn kirin.

Dadmend îdîa dike ku tirsê wî heye ku ez e kesên nediyar li ser rewşa xwe agahdar bikim, lê rewşâ min edî tê naskirin, bi taybetî ji ber ku DSGÎ û PNAT’ê ji rojê yekem şundê hemû agahdarî derxistiye. Lewra ew îdîâ dike ku ew li pêş kirina zext li ser şahid, qurban û malbatên wan, digirin. Lêbelê tû qurban û tû şâhidan jî tunene, ji ber ku sûç tunebû. Wekî din jî wî got ku tirseke wî heye ku hewldanêkî hevkar di navbera hevbertawanan û hevkarên wan ê derbikeve holê, lêbelê hemû hevbertewanan hatin berdan. Ji Cotmehê 2021’ê heta îro wî kesek ji derve min lênepirsiye, û ez mecbûr im ku ez bi sebr bimînim heta dawîya lêpirsîna xwe ji bo ku ez bikaribim daxwazê xwe ya berdanî, pêşkeş dikim. Di rewşekî din de çend ‘rastîyên’ ku dadmend di idîayên xwe bi kar anîn komîk xûyabûban: ku min mafê xwe ya serbestîya tevgerandin li Fransa û Ewropa bi kar anî, şewazê min a jiyanê, nerînên min ên siyasî, ku ez ji werzîş, mûzîka rap û mûzîka Kurdî hez dikim, hwd.

Dadmend erîsî dayikâ min dike û wê wekî garantoreke nerewa penase dike, bi sedem ku wê li pêş tevlîbûna kurê xwe ya bi temenîya 33 salî di nav refên YPG’ê û şerkirina wî li hemberê DAÎŞ’ê de, negirt. Carekî din, tevlîbûna min di vê şerê de tê tawanbar kirin. Wekî din jî dadmend rexne kir ku ez aplikasyonên şifrekirî (mina Whatsapp’ê, Signal’ê, Telegram’ê) bi kar tînim, yên ku gelê Firansa bi milyonan bi kar tînin. Bi dawî ew hemû peşniyarên din ji bo garantorên min (kar, mal, hwd.) red dike bê ku sedemek ji bo rexnekirina wan heye. Ev yekê rû dide tevî ku sazîya berpirsyar ango Xizmetên Probayşon û Entegrasyona Girtîgehî (‘SPIP’) nerînekî erenî li ser wan peşniyaran, pêşkeş kir.

Wê demê em dikarin ev yekê çawa fêm dikin ku dadmendê bepirpirsyarê berdanî û binçavkirin di destpêkî de lekolînek li ser îmkanîya berdanîya min bi ‘bazineke kehrebê’ (cehazekî şopandin) dixwaze, û piştre jî ew lekolîn berçav neke û peşniyarên lekolîn pêk nayîne? Zelal e ku di vê bûyer de ‘edalet’ qanûnên xwe bin pê dike û li gorî pergalê siyasî ya DGSÎ’ê de dimeşe.

Di vê dawî de ez tiştekî ji devê reveberîya binçâvkirina girtîgehê Yvelines (Bois D’Arcy) fêr bûmê, û ez spasîya wî ji bo axaftîna wî ya vekirî dikim. Wî got ku binçavkirin û tecrîdkirina min ji rojê destpêkî ji alîya kesayetên di astê herî jor de hatin ferz kirin, û bila ez yan ew çi dibeje yan çî dike, tistek ê naguherre. Ev yekê li derveya berpirsyarîya wî ye, doz ê qet nayê xwendin, û çi be bila be heta hilbijartinên serokê komarê tu tişt nikare bê guhertin.

  • Ji ber ku ew hewl didin çalakvan ên ku li ba Kurdan li hember DAÎŞ’ê şer dikir, tawanbar dikin.
  • Ji ber ku ev yekê ku wek ‘binçavkirina pêş-darizandin’ tê binavkirin ji bo ceza kirina nerînên siyasî tê bikaranîn
  • Ji ber ku ev îdîa tene ji bo manîpulasyona siyasî hatiye afîrandin
  • Ji ber ku îro tene wêrankirina hêbûna xwe ya bi rengekî gav bi gavê, li pêsîya min dimîne

Ez ji raya giştî re daxuyanî dikim ku ji îro şundê ango saet 6’ê evarê, Yekşem, 27’ê Sibatê 2022’ê, ez ketim grêva birçîbûnê. Anha tenê berdanîya xwe bixwazim, û li benda vê rojê ku ez dikarim milê derewîya vê tawanbarkirina bi şermê ber çâv bikim, bimînim.

Libre Flot

27.02.2022